Schulzentrum Hall in Tirol

Die moderne Schule für Alle

+43 5223 45024

Email

Universitätsallee 1

6060 Hall in Tirol

07:45 - 17:35

Montag bis Freitag

Sommerschule Kurdisch

Dêbavên hêja,

Em vê dawiyê di rewşeke gellekî dijwar da bûne, lê me bi alîkariya we kariye ku vê rewşê rêveberî bikin. Di vê heyamê da, ne tenê pirraniya kar û pêşe û firoşgeh ne-çalak bûn, belkî dibistan û medreseyên welêt jî hatine girêdanê. Loma, fêrbûn û fêrkirin li mala pêk dihatiye. Keçik/lawikê we yên delal di vê rewşê da bi qasî heyama amadebûna li dibistanê fêr nebûne û nekarîne xwe jibo sala tê ya perwerdehiyê amade bikin; ji ber ku li dibistanê, mamsote hertim li kêleka xwendevanan e da ku pişta wan di tevahiya şert û mercan da bigire û li kêleka wan him fêr bike û him jî fêr bibe.

Loma me plana dibistana Havînê jibo keçik/lawikê we amade kiriye ku di heyama du hefteyên dawî yên heyama betlaniyan dê were lidarxistin. Xwendevan bi amadebûna di dibistana Havînê da dikarin xwe jibo derbasbûna bo sala tê ya perwerdehiyê amade bikin û pisportiyên xwe di warê hînbûna zimanê Almanî xurt bikin û pêş bixin.

Hûn dikarin bi riya tijîkirina forma navnivîsandinê ku di pêvekê da hatiye şandin, navê zarokê xwe li Dibistana Havînê tomar bikin. Piştî navnivîsandinê, amadebûna zarokê we di Dibistana Havînê da dê neçarî be. Heke hûn dixwazin, ji kerema xwe forma navnivîsandinê tijî bikin û heta dawiya roja 22ê Hezîrana 2020’î radest bikin.

Dibistana Havînê dê li navnîşana jêrê were lidarxistin:

NMS Olympisches Dorf, Kajetan-Sweth-Straße 14, 6020 Innsbruck

Heke pêkan e, hejmareke hêzên parastinê yên qanûnî divê bixwe berpirsiyariya çavdêriya li ser hatûçûna zarokan û karên wan ên din di riya malê heta Dibistana Havînê bigirin ustiyê xwe. Heke ti alaveke hatûçûnê li ber destê we tuneye, ji kerema xwe vê mijarê di Forma Navnivîsandinê da binivîsin.

Navê Keçik/lawikê xwe yê delal binivîsînin! Em ji dil û can li benda dîtina zarokê we li Dibistana Havînê ne. Heke pirseke we heye, ji kerema xwe bi rihetî bi me ra têkevin têkilliyê.

Rêveber

Günter Nimmerfall, BEd MA


Belgeya temaker – Binyata Sazbûn digel Civakê (Entegrasiyon)

Binyata Sazbûn digel Civakê (Entegrasiyon) ya Otrîşê (OIF) jibo dêbavan jî hin pêşniyaran raber dike:

Piştgirîya we ji zarokê we jibo hînbûna herî baştir, teqez din pêvajoya perwerdehiya berdewam a wî/ê dê bandoreke girîng û diyarker hebe; lê hewildana we bixwe jibo hînbûn û perwerdehiyê jî di vê pêvajoyê da ewqasî girîng e. Binyata Sazbûn digel Civakê (Entegrasiyon) ya Otrîşê (OIF) bi mebesta serêxwegirtina vê armanca girîng kursên cûrbecûr ên fêrkirinê jibo dêbavên xwendevanên Dibistana Havînê pêşniyar kirine. Ev kursên perwerdehiyê dê pêkhatî ji lêzanînên pirr girîng û binirx derbarê Dibistana Havînê û Pergala Dibistanên Otrîşê be. Kursên fêrkirinê yên dêbavan dê ji roja 22ê Hezîranê va li tevahiya navçeyan bên lidarxistin û heke pêwîst bike, derfeta wergerandina naverok û mijara kursan bi zimanên derveyî jî hebe. Beşdariya di van kursên fêrkirinê da tam bêpere ye û hûn dikarin bi riya adresa www.integrationsfonds.at/elternkurse bi hejmara telefona 01/715 10 51 – 263 navê xwe di van kursan da binivîsînin. Her wiha, navnivîsandin bi awayê amadeyî jî dê li tevahiya navendên 01/715 10 51 – 263 pêkan be.